Di siya şer de derûniya zarokan
Di rewşên ne bi ewle ku şer û pevçûn peyda dike de, axaftina bi ramaneke azad, bi zaroka xwe re li malê, rêyek e ji bo kêmkirina tirsê û afirandina hestek ewlehî û aştiyê.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Ji destpêka alozî û şerê di navbera Îsraîl- DYE’yê ya li dijî Îranê de, nebûna înternetê li Îranê, pirsgirêkên aborî dijwartir kiriye. Her wiha zext û tepeserî zêde bûne û fikarên li ser rewşa jin, zarok û malbatan li Îranê derketine holê.
Di vê bernameyê de, em ê hewl bidin ku vê rewşê lêkolîn bikin û nirxandinek rasttir a rewşa zarokan li Îranê pêşkêş bikin. Ji bo nîqaşkirna vê mijarê çalakvana mafên zarokan Xanim Perwîn Azad mêvana bernameya me ye .
*Di rewşekê de ku jinên li Îranê bi atmosfereke şer, bêewlehî û bindestiyê re rû bi rû ne, ev rewş çi bandorê li ser hesta wan a ewlehî û tenduristiya wan a derûnî dike?
Ji bo ku zarok bi tendurist û hevseng mezin bibin, li mal, dibistan û di hawîrdora civakî ya derdora xwe de hewceyî ewlehiyê ne. Ji ber ku di qonaxên destpêkê yên jiyanê de, ew hê jî hêza têrker nînin ku xwe biparêzin û serxwebûna rewşenbîrî bidest bixin.
Di siya krîzên siyasî û civakî de ewlekariya zarokan
Mixabin, em li Îranê bi rewşekê re rû bi rû ne ku gelek kes bawer dikin ku ewlehiya zarok û malbatên wan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Ev pirsgirêk ne tenê bi hawîrdora malê re sînordar e, di heman demê de li kolan, dibistan û hawîrdora civakî jî belav bûye. Leşkerkirina qada giştî, hebûna berfireh a hêzên ewlehiyê di civakê de, bûyerên wekî zincîra jehrîkirina xwendekaran di xwepêşandanên dawî de û zordariya berfireh, gelek fikar li ser rewşa zarok û ciwanan derxistiye holê. Ji bilî van bûyeran, kuştina hejmarek zarok û ciwanan a di dema xwepêşandanan de, her wiha nîqaşa bikaranîna ciwanan di avahiyên rêxistinî û leşkerî de, pirsên cidî li ser ewlehî, maf û pêşeroja zarokan li Îranê derxistiye holê. Mînak, mijara qeydkirina ciwanan di avahiyên wekî Besîc de jî bûye yek ji wan mijaran ku gelek nîqaş derxistiye holê.
Di nav wan de zarokên ku di bûyerên cûrbecûr de birîndar bûne an jî mirine hebûn
Ev ne cara yekem e ku zarok di çarçoveya mijarên siyasî û leşkerî de têne bikaranîn. Me di salên dawî de jî mînakên bi vî awayî dîtin, di nav wan de zarokên ku di bûyerên cûrbecûr de birîndar bûne an jî jiyana xwe ji dest dane, hebûn. Ger em vegerin rabirdûyê, di dema şerê Îran-Iraqê de, bikaranîna ciwanan û zarokan di çarçoveya şer û seferberiya giştî de, her dem mijarek nakok bû.
Zarokên ku di şert û mercên zext, tundî, bêewlehî û hawîrdorek ewlehiyê ya giran de mezin dibin, pirî caran bi fikar, tirsa domdar, hestên bêewlehî, tenêtî û dûrketinê re rû bi rû dimînin. Ev ezmûn dikarin bandorên kûr li ser tenduristiya wan a derûnî û jiyana wan a pêşerojê jî bike. Gelek pispor hişyarî didin ku zarokên rastî tundiya domdar tên, dibe ku bandorên wan ezmûnan di mezinbûnê de jî bi xwe re bibin û di hin rewşan de ji nû ve di civakê de tundî tê avakirin.
Krîza aborî cureya xizaniya perwerdê bi xwe re tîne
Di aliyê faktora aborî de, em bi rewşeke bilindbûna bihayan re rû bi rû ne. Enflasyon û bêaramiya aborî, nemaze di demên dawî de û piştî şer de, gelek zext li ser malbatan çêkiriye. Ev şert û merc rasterast bandorê li jiyana zarokan jî dikin. Li gel pirsgirêkên debara jiyanê, sînorkirin an astengiyên gihîştina înternetê jî wekî mijarên girîng têne hesibandin. Ji ber ku îro înternet êdî ne tiştekî luks e, bûye yek ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê. Pirsgirêkên aborî yên ku em niha pê re rû bi rû dimînin, bandorek rasterast li ser jiyana zarokan dikin. Zêdebûna zextên aborî dikare bibe sedema ku zarok dev ji dibistanên xwe berdin û gelek ji wan neçar bimînin ku bikevin nav karê bi darê zorê. Zewacên zû û temen biçûk jî zêde dibin, kalîteya perwerdehiyê kêm dibe û şert û merc ji bo mezinbûna zarokan xirabtir dibin.
Rewşa zarokên xwedî pêdiviya taybet xirab dibe
Ev faktor tev dibin sedem ku ferq û cudahiya çînî di civakê de roj bi roj kûrtir bibe û cudakarî û newekhevî zêdetir belav bibe. Gelek malbat berê beşek ji dahat û debara xwe bi rêya înternetê qezenc dikirin, lê bi sînorkirin û qutbûna înternetê re, hin ji wan bi bêkarî û pirsgirêkên aborî yên zehmettir re rû bi rû dimînin. Ev rewş rasterast bandorê li jiyan û pêşeroja zarokên van malbatan jî dike. Rewş ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet dijwartir e. Ji ber ku ew di demên şer û krîzê de pirî caran di nav yên pêşîn de ne ku xizmetên piştgiriyê winda dikin. Nebûna alavên rehabîlîtasyonê, kêmbûna dermanan, gihîştina sînorkirî ya dermankirinên taybet û derfetên kêmkirina ji bo perwerdehiya tevlîker di nav pirsgirêkên ku dikarin jiyana wan hê jî dijwartir bikin de ne.
Herî zêde zarok rastî zextan tên
Di dema krîzê de, zarok rastî gelek zextan tên û di nav komên herî bêparastin ên civakê de ne. Di rewşên wiha de, zarok ji her demê bêtir hewceyê ewlehiya psîkolojîk, piştgiriya civakî û hawîrdorek aram in. Gelek rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan bi berdewamî kiryarên hikûmetê yên di karanîna zarokan ji bo armancên siyasî û leşkerî de şermezar dikin. Bikaranîna zarokan bi amûran di mijarên siyasî û leşkerî de mînakek eşkere ya binpêkirina mafên zarokan e û di hin rewşan de, dikare bibe mînakek ji binpêkirina rêxistinkirî ya mafên bingehîn ên zarokan.
* Psîkolojî û ewlehiya zarokan çawa dê bê parastin?
Ji bo ku em ewlehiya derûnî, hestyarî û rewşenbîrî ya zarokan di rewşên wiha krîtîk de biparêzin, berpirsyariya me ne tenê bi parastina wan a fîzîkî ve sînordar e. Dema ku zarok dibin şahidê zext, tundî, serdegirtinên hêzên ewlehiyê yên li ser malên wan, binçavkirina dê û bavên xwe û bêparhiştina ji mafên xwe yên herî bingehîn, ev ezmûn dikarin birînên kûr li ser hiş û giyanê wan bihêlin.
Di rewşên wiha de, erkê me ew e ku em bibin dengê zarokan û hestek ewlehiyê di hawîrdora malbatê û qada zarokan de bighînin wan. Ji her tiştî bêtir zarok hewce ne ku werin dîtin û bihîstin. Pêwîst e ku ew hîs bikin ku tirs, fikar û hestên wan girîng in û cihek bi ewle heye ku li wir xwe îfade bikin.
Divê em wergirtina alîkariya pispor paşguh nekin
Di rewşên ku zarok piştî krîz, şer an ezmûnên tundiyê pirsgirêkên derûnî û psîkolojîk dijîn de, em dikarin ji şêwirmend, psîkologên zarokan û çalakvanên mafên zarokan alîkariyê bixwazin. Alîkariya ji bo ku bi rêberiya pispor zirara kûrtir were astengkirin û zarok bikaribin ji van rewşên dijwar bi zirara herî kêm derkevin û derbas bikin.